Tebax 02, 2022 22:43 Asia/Tehran
  • Tevgera Sedir ji alîgirên xwe daxwaz dike avahiya parlemanê vala bikin

Tevgera Sedir ji alîgirên xwe xwest ku avahiya Parlemana Iraqê vala bikin û li derdora parlemanê xwepêşandana xwe bidomînin.

Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de ku bi navê wezîrê Sedir ve hatiye belavkirin, diyar kir, di nava 72 saetan de avahiya parlemanê vala bikin û li derdora parlemanê xwepêşandana xwe bidomînin.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Eger cihekî din ji bo greva we hebe, em ê piştre rênimayan bidin, tevî vê yekê berdewamiya we ya di grevê de gelek girîng e ji bo bidestxistina daxwazên we, ku hûn dê piştre bigihîjin, loma divê mayîna we ya li wê derê bi dorê bibe û di hinek demên diyarkirî de jî piraniya we li wir bibin.”

Tevgera Sedir herwiha diyar kiriye: “Ji bo nimêja bi komî ya înê, di dawiya hefteyê de ligel Bexda û Kut û Kerbela û Necefê li qada boneyan dibe, em ê lijneyek ji xwepêşanderan dirust bikin, da ku xwepêşandanê rêk bixe û birêve bibe.”

Serepeyv