Tevgera Sedir daxwaza vekişîna xwepêşanderên li parêzgehên başûr kir
Tebax 02, 2022 09:33 Asia/Tehran
Di peyamekê de ku Muslih Mihemed Iraqî li ser Twitterê belav kiriye, ji alîgirên Tevgera Sedir xwestiye, li parêzgehên başûrê Iraqê dawî li xwepêşandanên xwe bînin.
Duh piştî ku alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê li Bexdayê xwepêşandan kirin, Tevgera Sedir daxwaz ji alîgirên xwe kir ku li parêzgehên başûrê Iraqê xwepêşandanê bikin.
Di helwesta xwe ya herî nû de, alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê dawî li xwepêşandanên xwe anîn û li ser vê yekê, Tevgera Sedir ji alîgirên xwe daxwaz kir, nimêj bikin û dawî li xwepêşandanê bînin.
Peyama nû ya Tevgera Sedir, parêzgeha Bexdayê û greva tevgerê ya li Parlemana Iraqê, li xwe nagire.