Tebax 02, 2022 09:25 Asia/Tehran
  • Kazimî ji xwepêşanderan daxwaza valakirina ji parlemanê kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di peyamekê de ji hêzên ewlehiyê daxwaz kir, saziyên giştî û taybet biparêzin.

Mistefa Kazimî di peyama xwe de diyar kiriye, Iraq di xitimîneke siyasî ya mezin re derbas dibe, eger kesên hişmend destwerdanê nekin, encamên metirsîdar dê derkevin holê.

Kazimî destnîşan kiriye: “Ji bo kontrolkirina rewşê û parastina asayîş û rêgirtina li rijandina xwîna iraqiyan, me hemû rêkar girtine ber xwe.”

 Kazimî herwiha daxwaz kiriye, hemû alî vegerin gotûbêja siyasî û rewşê aram bikin û li ser bingeha niştimanî çareserkirina kêşeyan bifikirin.

Di beşeke din a peyama xwe de Mistefa Kazimî dibêje: “Divê hêzên siyasî berpirsyariya xwe ya niştimanî û qanûî bigrin ser xwe. Hikûmeta karbirêker hemû erkên xwe cîbicî dike, tevî ku dema destûrî ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê derbas bûye.”

Serokwezîrê Iraqê di dawiya peyama xwe de sê daxwaz pêşkêş kirine, yek ji wan daxwazan; xwepêşander hevkariya hêzên ewlehiyê bikin û rêz li saziyên dewletê bigrin û parlemanê vala bikin û pabendî sîstema giştî bin.

Di xala duyem a peyamê de Kazimî ji hêzên ewlehiyê daxwaz kiriye, saziyên fermî biparêzin û hemû ji bo parastina wan ji destdirêjiyê, hemû rêyên qanûnî bi kar bînin.

Di xala sêyem a daxwazên xwe de, Mistefa Kazimî banga aliyên siyasî kiriye ku lijneyek ji nûnerên hemû aliyan pêş bînin ji bo danîna nexşerêyeke çareseriya kêşeyan.

Serepeyv