Daxuyaniya Wezareta berevaniyê ya Iraqê derbarê aloziyên vê dawiyê
Wezareta berevaniyê ya Iraqê wek berteka li hemberî alozîû ajawegêriyên vê dawiyê li Herêma Kesk a Bexdayê tekez kir ku erka hêzên ewlehiyê serkutkitina hêzên têketî li nav xwenîşanderan û sekinîna li hemberî wan kesan e ku rewşê li dijî ewlehiya Iraqê neçê bi kar tînin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Wezareta berevaniyê ya Iraqê wek berteka li hemberî alozî û ajawegêriyên vê dawiyê û êrîşa alîgirên alozîçêker ên aliyê Tevgera Sedir bi daxuyaniyekê ragihand, Artêş bi hemû fermandar û endamên xwe di xizmeta gelê Iraqê da ye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta berevaniyê ya Iraqê, erka hêzên ewlehiyê parastina xwenîşanderan û heyîtiyên gelemperî û kesane û rêgirtin li her cûre binpêkirina ewlehiyê ye.
Wezareta berevaniyê ya Iraqê di dewama daxuyaniya xwe da tekezî li ser erka hêzên ewlehiyê ji bo serkutkirina kesên têketî û nifûzî û tevgerên ku li dû neçêbikaranîna rewşê li dijî aramî û ewlehiya welêt in, kiriye.