Tîrmeh 29, 2022 16:58 Asia/Tehran
  • 8 terorîstên DAIŞî li Newnewaya Iraqê hatin kuştin

Yekîneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand di encama bombebarankirina baregehên DAIŞê li rojavayê parêzgeha Newnewayê ji aliyê balefirên şêrr ên vî welatî va, 8 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

Li gorî rapora roja Înê ya Sputnik'ê, Yekîneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: Balefirên F-16 yên artêşa Iraqê baregehên terorîstên DAIŞê li rêzeçiyayên Edayeyê li parêzgeha Newnewayê bombebaran kirin û di encamê da 8 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Li gorî vê raporê, ev operasiyon piştî naskirina cihê xweveşartina terorîstan li şikefteke rêzeçiyayên Edayeyê li gorî zanyariyên deqîq ên ewlehiyê pêk hat..

 

Serepeyv