Tîrmeh 28, 2022 13:17 Asia/Tehran
  • Marketên Bexdayê kelûpelên Tirkî boykot dikin

Pêngava seranserî ya welatiyên Iraqê ya ji bo boykotkirina kelûpelên Tirkî li bazar û mollên Bexda û parêzgehên din ên Iraqê didome. Beşek ji marketên Bexdayê jî broşor û pankartên ku li ser boykota malên Tirkî hatine ragihandin hilawistine.

Li gorî nûçeya Roj Newsê, Nerazîbûnên li dijî tevkujiya welatiyên iraqî ji aliyê artêşa Tirkiyê ya li gundê Perexê ya Zaxoyê di hefteya derbasbûyî da li ser asta navxwe ya Iraqê didome. Li gelek bajarên Iraqê welatiyan dest bi boykota kelûpelên malê Tirkiye kirine.

Di çarçoveya vê boykotê de dukan û marketên Bexdayê jî pankartên ji bo boykotkirina malên Tirkî hilawistine.

Di rojên borî de odeyên bazirganiyê yên Diyale û Bexdayê banga boykotkirina kelûpelên Tirkî li bazirgan û welatiyan kiribûn.

Serepeyv