Tîrmeh 28, 2022 13:07 Asia/Tehran
  • Berhem Salih bertek nîşanî derbasbûna neraziyan bo nav parlimana Iraqê da

Serokkomarê Iraqê wek berteka derheq derbasbûna neraziyan bo nav avahiya parlimana vî welatî, tekezî li ser berçavgirtina aramiyê û xwedûrkirin ji her cûre gurkirina kêşeyên ku bandorê li aştî û ewlehiya civakî dike, kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Berhem Salih berbanga Pêncşemiyê ragihand: Xwenîşandana aştiyane û raderbirîna baweriyê bi berçavgirtina qanûnê, parastina ewlehiyê û heyîtiyên gelemperî û zêdetir ji her tiştekî serhemdêxwebûn û pêşdabirina berjewendiyên neteweyî, mafek e ku li gorî qanûna bingehîn hatiye misogerkirin.

Di daxuyaniya Berhem Salih da hatiye: Em li ser berçavgirtina aramiyê û zimanê aqil, xwedûrkirin ji her cûre gurrkirina kêşeyan ku bandorê li aştî û aramiya civakî dike, pêkvekirina hewildana ji bo serêxwegirtina mafên neteweyî, berçavgirtina daxwazên gel û bersivdana bo ramanên wan ên reformkirinê û damezirandina desthilata bibandor ku berjewendiyên bilind ên welêt biparêze, tekez dikin.

 

 

Serepeyv