Tîrmeh 26, 2022 23:42 Asia/Tehran
  • Bertekên Iraqê li hember daxuyaniya Konseya Ewlekariyê ya li dijî êrîşên Tirkiyê

Di yekem berteka li hember daxuyaniya Encûmena Asayişa Navdewletî de, Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, ku naveroka daxuyaniya Encûmena Asayişa Navdewletî piştevaniya helwestên Iraqê dike.

Çarşema borî, Tirkiyê seyrangeha “Perexê” ya parêzgeha Dihokê ya Iraqê kir armanc, ku di encamê de 9 sivîl di nav wan de zarok hebûn û 31 kes jî birîndar bûn.

Encumena Asayişa Navdewletî di daxuyaniyekê de, êrişa ser Dihokê ya Iraqê bêyî ku navê Tirkiyê bilêv bike, şermezar kir û piştevaniya xwe ji yekparçeyiya xak, serwerî û serxwebûna Iraqê re ragihand û ji gişt endamên Neteweyên Yekbûyî xwest piştevaniya lêkolîna derbarê vê êrişê bikin.

Li gorî rapora malpera “El-Malouma”, “Ehmed El-Sehaf” berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê, daxuyaniya îro Sêşemê ya Encumena Asayişa Navdewletî ya şermezarkirina êrişa ser serweriya Iraqê, yekem car bû derbarê binpêkirina serwerî û ewlehiya vî welatî ji aliyê Tirkiyê ve.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên derbarê êrîşa hefteya borî ya li ser seyrangeha Dihokê got, Tirkiyê ji sala 2018an heta niha zêdetirî 22 hezar û 700 caran serweriya Iraqê binpê kiriye û Wezareta Derve jî 296 notên nerazîbûnê li hember êrişên Tirkiyê raber kirine.

Di vê derbarê de heyeteke ewlekarî ya Îraqê bi Serokatiya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş yên Îraqê li gel Cîgirê Serokerkanê Artêşê û Fermandeyê Zêrevanên Sînorî yên vê welatî îro ji bo nirxandina rewşa ewlekarî ber bi devera Zaxoyê ya Bakûrê Îraqê birê ketin ji bo hilkolandina rewşa li ser sînorê Iraq û Tirkiyê.

Di van salên dawî de, Tirkiyê gelek caran bi behaneya tepeserkirina pêkhateyên Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) êrişî Iraqê kiriye.

Serepeyv