Tîrmeh 26, 2022 10:22 Asia/Tehran
  • Konseya Ewlehiyê ya NYê êrîşa Tirkiyê ya li ser bakurê Iraqê şermezar kir

Konseya Ewlekarî ya Netewên Yekgirtî (NY) îro Sêşemê di civîna xwe ya awarte de derbarê êrîşa topxanên Tirkîyê ser parêzgeha Dihokê li bakurê Îraqê ku di encamê de 9 sivîl hatin kuştin û zêde ji 30 sivîl jî birîndar bûn, ev êrîş şermezar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Konseya Ewlekariyê ya NYê di daxûyaniyekê de, digel şermezarkirina êrişa topxaneyî ya Tirkiyê ser parêzgeha Dihokê, piştevaniya xwe ji yekparçetiya axa Iraqê, serwerî û serxwebûna vî welatî ragihand.

Endamên Konseya Ewlekariyê ya NYê bang li hemû welatên endamên NYê kir ku bi awayekî çalak bi hikûmeta Iraqê û rayedarên din ên pêwendîdar re ji bo piştgirîkirina vê lêkolînê hevkariyê bikin.

Çarşema derbasbûyî Tirkiyê seyrangeha “Perexê” ya parêzgeha Dihokê ya Iraqê kire armanca êrişa gullên topxanê ku di encamê de 9 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Tevî ku rayedarên Bexdayê tekez dikin ku ew êriş ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatiye kirin û Enqere berpirsa kuştin û birîndarbûna welatiyên Iraqê ye, lê rayedarên Tirkiyê bi taybet serokomarê vî welatî Erdogan dibêje, hêzên wî welatî êrişî sivîlan nekirine û vê êrişa xwe davêjin ustiyê PKKê.

Fûad Husên wezîrê karên derve yê Iraqê di hevpeyvînekê de digel kanala “El-Sumriya” di vê barê de got: “Eger di navbera Enqere û PKK’ê de pirsgirêkek hebe, nabe ew vê kêşe bikişînin nav axa Iraqê. Pisporên leşkerî yên Iraqê îspat kirin ku ev êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin.

Serepeyv