Tîrmeh 25, 2022 22:55 Asia/Tehran
  • Çarçoveya Hevahnegiyê ya Şîeyên Iraqê berendamê serokwezîrtiya Iraqê da nasandin

Çavkaniyeke agah ji Çarçoveya Hevahnegiyê ya Şîeyên Iraqê ragihand ku vê çarçoveyê Muhemed Şiya' El-Sûdanî wek berendamê serokwezîrtiya Iraqê bijartiye.

Beriya vêya Fazil Mewat ji rêberên Çarçoveya Hevahnegiyê ya Şîeyên Iraqê gotibû: Rikeberiya ji bo bidestxistina serokwezîrtiya Iraqê piştî wêdaçûna Qasim El-Erecî, Şêwirmendê ewlehiya neteweyî, di navbera Muhemed Şiya' El-Sûdanî û Elî Şukrî da ye.

Îro Duşemê di civînekê da ku li mala Hadî Amirî hat lidarxistin, Muhemed Şiya' El-Sûdanî wek yek ji du berendamên ku ji aliyê Nûrî Malikî va hatibû pêşniyazkirin, wek berendamê serokwezîrtiya Iraqê hat nasandin.

Muhemed Şiya' El-Sûdanî siyasetvanekî iraqî ye ku ji sala 2010 heta 2014an li dewleta Nûrî Malikî wek wezîrê Mafên Mirov mijûl bû.

Ew ji sala 2009an va heta niha qayîm meqamê parêzgeha Mîsanê bûye ku navenda wê bajarê Emareyê ye.

 

 

Serepeyv