Tîrmeh 25, 2022 12:59 Asia/Tehran
  • Rayedarê iraqî: Tirkiye 20 kîlomitran ketiye nav axa welatê me

Wezîrê berevaniyê yê Iraqê got ku hêzên Tirkiyê bi qasî 20 kîlomitran derbasî nav axa welatê wî bûne.

Li gorî rapora El-Erebiyeyê, Cume Înad, Wezîrê berevaniyê yê Iraqê got: Tirkiyê bersiva erênî nedaye daxwazên Bexdayê ji bo derxistina hêzên xwe ji baregeha leşkerî ya Zelikanê ya li bakûrê Iraqê û em ji gulebarana vê dawiyê ya Tirkiyê ku bêyî hevahengiya me pêk hat behicîn û Bexdayê pêşniyaza îcadkirina navendên hevahengiyê li Amed û Mûsilê daye.

Cume Înad bi gotina vêya ku Tirkiyê topên giran ên 155 mm di êrîşa vê dawiyê ya li Zaxoyê bi kar anîne, got: Tirkiye şerê dijî DAIŞê ji bo êrîşa ser Iraqê bi kar tîne.

Her wiha Ebdul-Emîr Yarullah sererkanê artêşa Iraqê jî tevî amajeya bi vêya ku Tirkiye derbasî gelek navçeyên Herêma Kurdistana Iraqê bûye, ragihand: Derbasbûna hêzln Tirkiyê bo nav Herêma Kurdistanê zêde dibe û gelek navçe hatine dagirkirin.

 

Serepeyv