Tîrmeh 24, 2022 09:31 Asia/Tehran
  •  Iraq komisyona lêkolînê dişîne cihê êrîşa Tirkiyê ser Zaxoyê

Parlementoya Iraqê biryar da komisyonek hevbeş ji bo lêkolînê bişîne gundê Perexê ku dewleta Tirkiyê êrîşî ser wê kiribû û di endamê de çend welatiyên iraqî hatibûn kuştin.

Li gorî rapora Roj Newsê, Duh Parlementoya Iraqê civîneke neasayî derbarê komkujiya dewleta Tirkiyê li Zaxoyê de pêk anî. Di civîna parlementoyê de biryar hat dayîn komisyonek hevbeş ji bo lêkolînên zêdetir û derxistina rastiyan pêkbîne û bişîne gundê Perexê.

Komisyona hevbeş a parlementoya Iraqê wê ji endamên komisyona ewlehiyê, parastinê, peywendiyên derve û pisporên leşkerî pêk were.

Wê komisyona hevbeş serdana cihê ku komkujî lê pêkhatî bike, piştre biryara dawî li ser bûyerê bide.

Li aliyê din duh Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed El Sehaf ragihand ku biryar hatiye dayîn ku balyozê xwe ji Tirkiyê vekişînin. Her wiha Sehaf ragihand ku nameyek giliyê Tirkiyeyê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê kiriye û got: “Di nameyê de Iraqê daxwaza civîna bi lez a li ser destdirêjiya dewleta Tirkiyê li ser Iraqê kiriye.”

 

Serepeyv