Tîrmeh 23, 2022 21:30 Asia/Tehran
  • Wezareta derve û parlemana Iraqê xwestin bila Encûmena Ewlekariyê Navneteweyî derbarê êrişa Tirkiyê civîneke awarte li dar xe

Piştî êrîşa topxanê ya artêşa Tirkiyê ser devereke geştiyariyê li Kurdistana Iraqê, ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn, Wezareta Derve ya Iraqê gilînameyek li dijî Tirkiyê pêşkêşî Encûmena Ewlekariyê kir û piştre vê wezaretê daxwza civîneke awarte ya vê Encûmenê kirin.

Li gorî tora El-Mayadeen; Wezareta Derve ya Iraqê bi şandina gilînameyekê bo Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê êrişên Tirkiyê yên vê dawiyê de, daxwaza civîneke awarte ji endamên Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

Roja çarşemê di encama topbarana artêşa Tirkiyê ser navenda geştiyarî ya “Perexê” li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistana Iraqê, 9 kes hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûn ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn.

Ji ber vê êrişa dirindane a artêşa tirk xwepêşandan û pêla şermezarkirina Tirkiyê li Iraqê her ku diçe zêdetir dibe û heta niha gelek siyasetmedar, kesayetî û elîtan li gel çalakvanên medyaya civakî ev kiryarên Tirkiyê şermezar kirine.

Herwiha li gelek ji bajarên Iraqê ji wan li Bexda nû Necefê li dijî Tirkiyê xwepêşandan li dar ketin û xelkê hêrsbûyî yê Iraqê bona nîşandan nerizameniya xwe li hemberî dagirkerî û îrişên dirindane ên Tirkiyê li dijî dewleta Tirk slogan avêtin û ala Iraqê li necefê û li Bexdayê li ber balyozxana Tirkiyê şewitandin.

Li gor nûçeyeke din piştî ku Iraqê ji bo gotûbêjkirina bombebarankirina Zaxoyê bi awayekî fermî bo civîneke awarte bang li Encumena Asayişa Navdewletî kir vê Encûmenê biryar da ku roja Sêşemê 26.07.2022 li ser topbarankirina Zaxoyê civînekê awarte li dar bêxe.

Serepeyv