Tîrmeh 23, 2022 14:57 Asia/Tehran
  • Asaib Ehlî Heq a ​​Iraqê daxwaz ji parlemana Iraqê kir ku bersiva êrîşa Tirkiyê bide

Tevgera Esaîb Ehlî el-Heq a ​​Iraqê helwesta hikûmeta Iraqê ya derbarê êrişa vê dawiyê ya Tirkiyê de ser gundê Perexa Zaxoyê rexne kir û daxwaza wergirtina 4 biryaran li hember vê êrişê kir.

Li gorî rapora roja şemiyê ya malpera El-Sumaria News`ê, tevgera "Esaîb Ehlî el-Heq" a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku destdirêjî û binpêkirina berdewam a serweriya vî welatî, dagîrkirina axa vî welatî û avakirina baregehên leşkerî li vî welatî û rijandina xwîna iraqî, dûrî prensîbên cîrantiya baş û adetên navdewletî ye û pêwîstî bi helwesta yekgirtî ya hikûmet, parleman û grûpên siyasî û gelî heye.

Di vê daxûyaniyê de, amaje bi wê yekê jî kir, ku ti rêkeftineke ewlehiyê di navbera Iraq û Tirkiyê de nîne, Wezareta Derve ya Iraqê tekez kir, ku ne di dema rejîma berê û ne jî di hikûmetên niha de, ti rêkeftinek nîne û tenê tişteke ku heye Peymana sala 1984 e ku li gor wê hêzên Tirk dikarîn bo 72 saetan derbasî nav sînorê Iraqê bibin heta kûrahiya 5 kîlometreyan di nava axa Iraqê de.

Li gorî vê raporê, tevgera Esayîb Ehlî el-Heq di daxuyaniya xwe de li ser pêwîstiya girtina çar biryarên parlemana Iraqê li hember êrişa vê dawiyê ya Tirkiyê tekezî li ser wê yekê kiriye ku:

1_ Derxistina hemû hêzên Tirkiyê, bi dawî anîna hebûna her bingeh û qereqolên leşkerî li nav xaka Iraqê,

2_Pabendî bi cîbicîkirina bendên destûrê ku rê nade bikaranîna xaka Iraqê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran,

3-Pêşkêşkirina giliyê ji bo Neteweyên Yekbûyî bi tenê têrê nake, divê ku ji Encûmena Asayişa Navdewletî daxwazê civînê were kirin da ku  zorê bide ser Tirkiyê ku terka axa Iraqê bike. Ji ber dubare binpêkirin û rijandina xwîna Iraqiyan, Tirkiye ji Iraqê re xeramet û tazmînat bide

4_Girtina biryarên siyasî û aborî ku Tirkiyê erkdar bike ku  rêzê li serweriya Iraqê û mafê avê yê welat bigire.

Serepeyv