Tîrmeh 23, 2022 09:25 Asia/Tehran
  • Li Başîqê êrîşeke mûşekî li dijî serbazgeha Tirkiyê hat kirin

Dije Terora Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, 3 mûşek li bargeha leşkerî ya Tirkiyê li Zêlkanê ya li nahiya Başîqê ya ser bi parêzgeha Neynewa xistijne ku sekoya mûşekan li nêzîkî komelgeha "Hîma City" ya li bajarê Mûsilê hatibû bicihkirin.

Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, duh înê di saet 21:20ê ser dema herêmê de, sê mûşek li serbazgeha Zêlkana nahiya Başîqê ya ser bi parêzgeha Neynewa xistin, ku hêzên artêşa Tirkiyê di wê serbazgehê de ne.

Dije Terora Kurdistanê herwiha eşkere kir, yek ji wan mûşekan li nêzîkî serbazgehê ketiye xwarê û du mûşekên din li derdora gundê Gudad ketine, ti ziyaneke canî û maddî derneketiye holê.

Herwiha hat diyarkirin, sekoya mûşekan li nêzîkî komelgeha "Hîma City" ya li bajarê Mûsilê hatibû bicihkirin ku tê de pênc mûşek ji bo avêtinê hatibûn amadekirin, lê belê ji wan 2 mûşek nehatibûn teqandin.

Grûpeke milîs a Iraqê ya bi navê "Berevaniya Îslamî ya Azadkirina Iraqê" li ser hesabê xwe yê Telegramê berpirsyariya xwe li ser mûşekbarankirina serbazgeha Zêlkan a Tirkiyê ragihand.

Herwiha duh bi dronan jî êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê li nahyeya Bamernê li parêzgeha Duhokê hat kirin.

Li gor daxuyaniya wê grûpa milîs, armanca wan tolhildana şehîdên topbarana artêşa Tirkiyê bû, ku di topbaranê de 9 geştyarên ji naverast û başûrê Iraqê, şehîd bûn û 26 kesên din jî birîndar bûn.

Serepeyv