Endamî parlimana Iraqê: Hevhatina ewlehiyê ya bi Tirkiyê re bi dawî hatiye
Endamekî Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê bal kişand ser êrişa ser li geştyarên iraqî yên li ser sînorê Tirkiyê û got: Hevhatina ewlehiya ya di navbera Bexda û Enqerê bi dawî hatiye.
Cewad El Bulanî, endamekî Komîsyona Ewlehiya netewî û berevaniyê ya Parlimana Iraqê, roja Îniyê got: Peymana ewlehiyê ku bi Tirkiyê re li ser sînoran hatiye girêdanê, îbtal bûye û di deheka 80î de bo mideha salekê demkî bûye û bi berçavgirtina şîretên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, cihanîna wê heta niha berdewam bûye.
El Bulanî destnîşan kir: Komîsyona hanê komîteyek ji bo amadekirina raporekê ji bo raberkirina bo saziyên ewlehî û leşkerî yên Iraqê pêk aniye ta ku şîretên pêwîst ên ji bo rakirina pêngavên tê raber bike.
Endamê komîsyona ewlehî û berevaniya Parlimana Iraqê pêgîrî kir: Operasyona leşkerî ya Tirkiyê karesateka mezin pêk anî û ev bûyerên bidûhev, vê yekê diselimînin ku Tirkiye rêzê li serweriya Iraqê nagire û divê artêş, dewleta Iraqê, saziyên ewlehiyê, wezaretxaneyên berpirsyar û Parliman, li hember vê yekê bertekeka webirr û berpirsane nîşan bidin.
Li gorî gotina El Bulanî, divê hêzên çekdar ên Iraqê, bi cihanîna erka xwe, bi hêzên li Herêma Kurdistanê re hevkarî bikin û tevî parastina yekperçetiya axê, valatiyan ji bo girtina pêşiya êriş û destdirêjiyên aliyê biyanî tijî bikin.
Êvara Pêncşemiyê jî bi sedan kes ji xelkê Iraqê bi taybet ciwanên vî welatî, li ber balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê, bi lidarxistina xwenîşandanê, hêrsbûna xwe nîşan da.
Wisan ku berî niha jî rayedarên Tirkiyê bi caran îdia kirine, hebûna hêz û endamên Partya Karkerên Kurdistanê (PKK), mihaneya Enqerê ji bo êrişa ser navçeyên bakûrî yên Iraqê ye.