Tîrmeh 21, 2022 18:34 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Iraqê: Pisporên me êrîşa Tirkiyê li ser Kurdistana Iraqê piştrast kirin

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku ji bo lêkolîna li ser bûyera topbarana gundê Perex li Zaxoyê bi serokatiya şandekê serdana wî gundî kir ragihand ku topabran ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin.

Artêşa Tirkiyê duh Çarşembê 20ê Tîrmeha 2022an cihekî geştyarî li gundê Perex ê ser bi Zaxoyê li parêzgeha Duhokê topbaran kir. Li gor daxuyaniyên fermî yên rayedaran, di encama topbaranê de 11 kes hatin kuştin û 31 kesan jî birîndar bûn ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, şandeke pilebilind a siyasî-emnî bi serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên serdana cihê topbaranê li gundê Perex ê ser bi Zaxoyê ve kir û derbarê bûyerê de lêkolîn kir.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên paşê li cihê bûyerê preskonferansek saz kir û ragihand, êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin û diyar kir, “êrîş tawaneke mezin û dijminatiyeke aşkere ye li dijî gelê Iraqê.”

Fûad Husên got: Êrîş di navbera 500 heta 600 geştyaran pêk hat ku piraniya wan xelkê Bexda û başûrê Iraqê bûn.

Wezîrê Derve yê Iraqê got, “Em sersaxiyê ji malbatên kesên ku ji ber vê bûyera trajîk şehîd bûne re dixwazin. Ev tawaneke giran û eşkere ye li dijî gelê Iraqê. Ev cihê geştiyariyê yê aram ji aliyê topxaneya Tirkiyê ve hatiye topbarankirin. Ev gundê geştyarî yê xweşik bi 4 topan hatiye armanckirin. Bi sedema wê kiryara leşkerî ya tirsonekî hejmarek kes şehîd û birîndar bûn, di êrîşê de 9 kes şehîd bûn ku di nav wan de zarok hene, 31 kes jî birîndar bûn.”

Fuad Husên herwiha got, “Divê Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî li Iraqê rawestîne, lêborînê ji gelê Iraqê bixwaze û tazmînatê bide malbatên şehîd û birîndaran.”

Wezîrê Derve yê Iraqê destnîşan kir ku Iraq dê hemû rêkarên dîplomatîk ji bo rawestandina operasyonên leşkerî yên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê bikar bîne.

Fuad Husên di dewamê de ragihand, “Mijara xweparastinê erkeke qanûnî ye û beşek ji yasayên navdewletî ye. Hikûmeta Tirkiyê û artêşa Tirkiyê dibêjin ku ew xwe diparêzin, lê topbarankirina gundekî aram û kuştina xelkên sivîl û geştyaran, ev ne xweparastina rewa ye.”

Wezîrê Derve yê Iraqê herwiha got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Tirkiyê û Iraqê me her tim serî li rêya diyalogê daye. Berdewamiya operasyonên leşkerî li ser axa Iraqê nayê qebûlkirin. Operasyonên leşkerî û nakokiyên di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de, di esasê xwe de nakokiyeke navxweyî ne, ku ji bo Kurdistana Iraqê û Iraqê tê hinardekirin. Encama wê jî ji bo gelê Iraqê karesat e.”

Serepeyv