Tîrmeh 21, 2022 15:43 Asia/Tehran
  • Iraq li dijî Tirkiyê li Konseya Ewlekariyê dozê vedike

Civata wezîrên Îraqê daxwaz ji wezareta derve ya vî welatî kir ku dosyayek tam li ser destdirêjîyên bi dû hev ên Tirkîyê ser serwerîya Îraqê û asayîşa welatiyên wê amade bike; Doza ku tê texmînkirin bibe bingeha şikayet û giliya lezgîn a Bexdayê ya li dijî Enqerê ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Li gorî rapora IRNA`yê, Civata wezîrên Iraqê bi rojeva "ewlehiya netewî" êvariya çarşemê li civîneke awarte operasiyonên leşkerî yên Tirkiyê li bakûra Iraqê û bi taybet êrişa xwînrêj a roja çarşemê li Zaxoyê ya parêzgeha Duhoka Kurdistana Iraqê ku bû sedema mirin û birîndarbûna bi dehan welatiyên sivîl bi tundî şermezar kir ûdi vê barê de 8 biryar xistin rojevê.

Di vê civînê de ku bi serpereştiya Mistefa Kazimî Serokwezîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê hêzên çekdar ên wî welatî hate lidarxistin, wezîrên iraqî tekez kirin ku aliyê Tirkiyê bi caran daxwaziyên Iraqê ji bo rawestandina binpêkirina serweriya vî welatî, xwedûrkirina ji têkdana ewlekariya welatiyên iraqî û rêznegirtin li qaîdeyên cîrantiya baş, paşguh kiriye.

Daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê derbarê biryarên ku hatine standin de ragihand: Civata Wezîrên Iraqê Wezareta Derve erkdar kir ku dosyayeke temam derbarê destdirêjiyên Tirkiyê li ser serweriya Iraqê û ewlehiya welatiyên Iraqê amade bike. Di vê derbarê de gilînameyeke lezgîn pêşkêşî Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike.

Her wiha divê Wezareta Derve ya Iraqê bangî balyozê Tirkiyê li Iraqê bike û wî derheq hûrgiliyên şermezarkirina vê cinayetê agahdar bike û ji bo şêwirê bang li berpirsê Balyozxana Iraqê li Enqerê were kirin û divê ku hemû tedbîran ji bo şandina balyozê nû yê Iraqê bo Tirkiyê bên rawestandin.

Di vê daxuyaniyê de hat gotin ku divê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê li ser rewşa sînorên hevpar ên Iraqê û Tirkiyê raporekê pêşkêş bike û ji bo “xweparastinê” hemû gavên pêwîst bavêje.

Xwestina ji Tirkiyê ku bi fermî daxwaza lêborîna ji Iraqê bike û hêzên xwe ji tevahiya xaka Iraqê derxîne, yek ji xalên din ên vê daxuyaniyê ye.

Serepeyv