Tîrmeh 21, 2022 14:23 Asia/Tehran
  • Ji ber êrîşa dewleta Tirk li Zaxoyê û kuştina sivîlan; li Iraqê rojek şîn hat ragihandin

Piştî topbarana Tirkiyê ya duh ser cihekî geştyarî li havîngeha Perexê ya ser bi Zaxoyê ku di encamê de 12 kes ku jin û zarok jî di nav de ne hatin kuştin û zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn, bi biryara Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li seranserê Iraqê rojek şîna neteweyî hat ragihandin.

Encumena Wezîran a Iraqê ragihand ku li ser fermana serokwezîrê welat Mistefa Kazimî roja 21ê Tîrmeha 2022an li seranserê Iraqê şîna giştî ye.

Herwiha Wezareta Derve ya Iraqê jî ragihandiye ku li avahiya sereke ya wezaretê li Bexdayê û herwiha li tevahiya balyozxane, konsulxane û nûnertiyên dîplomatîk ên Iraqê yên li derveyî welat, sersaxî tên qebûlkirin.

Artêşa Tirkiyê duh Çarşemê 20ê Tîrmeha 2022an cihekî geştyarî li gundê Perexê yê ser bi Zaxoyê li parêzgeha Duhokê topbaran kir ku li gor daxuyaniyên fermî yên rayedaran, di encama topbaranê de 12 kes hatin kuştin û zêdeyî 30 kesan jî birîndar bûn. Gelek ji kuştî û birîndaran jin û zarok in.

Hikûmeta Iraqê û gelek ji kesayetiyên kurd ên vî welatî topbarana cihekî geştyarî li qeza Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve  bi tundî şermezar kir.

Li ser fermana Serokwezîrê Iraqê, şandeke vî welatî bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên û hin berpirsên leşkerî û emnî duh serdana cihê bûyerê kir. Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên piştî serdana cihê bûyerê di daxuyaniyekê de ragihand, ku êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin.

Topbarana wî cihê geştyarî li Iraqê bû sedema hêrsbûna gelên Iraqê li seranserê vî welatî û wan ji bo nîşandana neraziyên xwe li dijî Tirkiyê xwepêşandan li dar xistin û ala vî welatî şewitandin.

Xwepêşanderên Bexdayê jî li ber balyozxana Tirkiyê kom bûn û duruşmên nerazîbûnê li dijî dewleta Tirk dan û êrişên leşkerên vî welatî li bakurê Iraqê û komkujiya xelkê sivîl bi destê artêşa Tirk bi tundî şermezar kirin.

Ew yek di demekê de ye ku Wezareta Derve ya Tirkiyê bi bêşermî ve  di daxuyaniyekê de înkar kir ku êrîş ji aliyê artêşa wî welatî ve hatibe kirin.

Serepeyv