Tîrmeh 21, 2022 09:42 Asia/Tehran
  • Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê daxwaza vekişandina hêzên Tirkiyê kir

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê biryar da ku gazî Balyozê Tirkiyê li Bexdayê bike da ku nerazîbûnên xwe yên li dijî bombebarana seyrangeha gundê Perexê ya Zaxoyê ragihîne û daxwaz ji Enqerê bike ku ji ber bombebaranê “bi fermî” lêborînê bixwaze û hêzên xwe ji nav axa Iraqê vekişîne.

Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê li ser bombebarana seyrangeha gundê Perexê ya Zaxoyê civiya û daxuyaniyek da.

Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê di daxuyaniyê de bang li Wezareta Derve ya Iraqê hat kirin ku gazî Balyozê Tirkiyê li Bexdayê bike û êrîşê şermezar bike, her wiha bang li berpirsê karûbarên Iraqê li Enqerê bê kirin ku rêkarên şandina balyozê nû yê Iraqê bo Tirkiyê gotûbêj bikin û rawestînin.

Her wiha biryar hat dayîn ku ji Tirkiyê were xwestin ku bi fermî lêborînê bixwaze û hemû leşkerên xwe ji nav axa Iraqê vekişîne.

Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê ferman daye fermandeya operasyonên serbazî bo amadekirina raportekê li ser wê bûyerê û danîna hevahengiyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo wergirtina tedbîrên bibiryar bo rêgirtin li van binpêkirinan.

Serepeyv