Tîrmeh 20, 2022 23:07 Asia/Tehran
  •  Kazimî: Em mafê xwe ji bo bersivdana bo destdirêjiyên Tirkiyê parastî dizanin

Serokwezîrê Iraqê wek berteka li hemberî êrîşa artêşa Tirkiyê ser Herêma Kurdistana Iraqê tekez kir: Iraqê mafê xwe yê tam ji bo bersivdana bo destdirêjiyên Tirkiyê parastî dizane.

Berêvara Çarşemiyê çavkaniyên iraqî qala êrîşa bi topan a artêşa Tirkiyê ser bakûrê Iraqê û lêketina topekê li seyrangeheke Herêma Kurdistanê kir ku di encamê da heşt kes hatin kuştin û 23 kes birîndar bûn.

Li gorî rapora Fars Newsê, Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê vê êvarê bertek nîşanî êrîşa Tirkiyê da.

Mistefa Kazimî bi weşandina daxuyaniyekê li ser twitterê ragihand: Hêzên Tirkiyê îro (Çarşemî) bi êrîşa bi topan li ser navendeke geştyariyê li parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê careke din destdirêjiyeke aşkira li dijî hakimiyeta Iraqê û jiyana welatiyên iraqî û ewlehiya wan pêk anî. Li pey vê kiryarê hejmareke welatiyên sivîl ên bêguneh ku piraniya wan jin û zarok bûn, şehîd û birîndar bûn.

Serokwezîrê Iraqê her wiha ragihand: Ev destdirêjya zalimane diselimîne ku aliyê tirkiyeyî derheq daxwazên Iraqê yên berdewam derbarê rawestandina astengîderxistinên leşkerî dijî axa vî welatî û canê iraqiyan sersar bûye.

Pêştir Wezareta derve û Berhem Salih serokomarê Iraqê jî bertek nîşanî vî karê Tirkiyê dan û ew şermezar kirin.

 

 

Serepeyv