Nûrî Malikî û Amirî ji berendambûna serokwezîrtiya Iraqê paş vekişiyan
Tîrmeh 20, 2022 09:48 Asia/Tehran
Çavkaniyekî agah li Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê ragihand ku Nûrî Malikî û Hadî Amirî ji berendambûna ji bo serokwezîrtiya Iraqê paş vekişiyane.
Saberin Newsê ji zarê çavkaniyekî agah, li Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê ragihand ku Nûrî Malikî û Hadî Amirî ji berendambûna ji bo serokwezîrtiya Iraqê paş vekişiyane.
Ev nûçe hîn bi awayê fermî nehatiye piştrastkirin.
Komîteya bijartina serokwezîrê Iraqê pêkhatî ji Qeys Xezelî sekreterê Esayîb Ehlê Heq, Emar Hekîm rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî, Hemam Hemûdî serokê Meclîsa bilind a Îslamî ya Irqê û Ebdulsade El-Ferecî ye.
Di nava berendamên pêşniyazkirî ji bo serokwezîrtiyê da mavê Heyder Ebadî, Qasim Erecî û Muhemed Şiya' Sûdanî jî tê dîtin.