Tîrmeh 18, 2022 17:14 Asia/Tehran
  • Salih: Peywendîyên baş bi Têhranê ra, rola wan a jîyanê heye

Serokomarê Iraqê amajeyî pêwîstîya lihevkirina digel Îranê kir û got: Îran yek akterên sereke û bibandor li herêmê ye.

Berhem Salih Serokomarê Iraqê derbara peywendîyên welatê xwe û Îranê da got: Îranê bilî sînorên hevpar ên dirêj, peywendîyên çandî û civakî û berjewendîyên hevpar ên emnî jî bi Îranê ra hene.

Berhem Salih herwiha got: Danîna peywendîyên baş bi Îranê ra ser xêra wan berjewendîyên me ye ku rola wan a jîyanê heye. Em naxwazin bizivirin serdema Seddam Hisên ku bi cînarên xwe ra şêrr bikin.

Salih herwiha got: Em ji bo derketina ji asêbûna vê gavê, hewcedarê rêçareya dîplomatîk û tivdîrên emnî li Rojhilata Navînê ne ta ku bikaribin himberî têrorîsma ku bûye sedema pirsgirêka bingehîn ji bo her kesî, bisekinin.

Serokomarê Iraqê herwiha got: Bivê û nevê, divê em di dawîyê da li dora maseyekê bicivin û derbara pirsgirêkên heyî gotûbêjê bikin. Me çavkanîyên niftê hene lê di eynî demê da bi gellek pirsgirêkên aborî û civakî yên ciddî ra rûbirû ne. Em hewcedarê pêngava hevpar in ji bo sekinîna himberî guherîna rewşa av û hewayê. Iraq, Erebistan, Îran an Tirkîye bi tena serê xwe nikarin van karana bikin.

Serokomarê Iraqê amajeyî alûgurên Sûrîyê jî kir û got: Di dawîyê da divê Sûrîye bizivire meydanê. Em divê rêyekê peyda bikin ta ku ev welata ji alozîya demdirêj a tûşî wê bûye, rizgar bibe.

 

Serepeyv