Tîrmeh 17, 2022 21:05 Asia/Tehran
  •  Rayedarekî iraqî beşdariya Mistefa Kazimî di civîna Erebistanê da rexne kir

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Esaib Ehlê Heq a Iraqê teqez kir: Serokwezîrê demkî yê Iraqê bi beşdariya di civîna Cedeyê de, destûra bingehîn û qanûna sûçzanîna normalkirina peywendiyan bi Îsraîlê re binpê kir.

 Seid El-Seidî, Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Esaîb Ehlê Heq a Iraqê got: Civîna Cedeyê biguman bû û beşdariya Iraqê têde nayê qebûlkirin, bi taybet ku ev civîna ne  civîna welatên ereb an misilman an kombûneke fermî ye, ji ber ku armanca sefera Joe Biden Serokomarê Amerîkayê ya rojavaya Asiyayê û beşdariya di vê civînê de piştgiriya ji Îsraîlê ye. 

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Esaîb Ehlê Heq a Iraqê teqez kir, Çarçoveya Hewahengiya Şîeyên Iraqê civîna Cedeyê û beşdariya Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê di vê civînê de qebûl nake, bi taybet ku ev hikûmet demkî ye û desthilatên pêwîst jibo beşdariya di civînên bi vî rengî an wajokirina rêkevtinaman da tineye. 

Civîna Ewlehî û Geşatiyê ya Cedeyê, roja şemiyê bi beşdariya Serokkomarê Amerîkayê û rayedarên welatên Erebistan, Iraq, Urdin, Misir, Îmarat, Qeter, Behreyn û Paşmîrê Kuweytê û Alîkarê Serokwezîrê Umanê hat lidarxistin.

Serepeyv