Tîrmeh 13, 2022 12:11 Asia/Tehran
  • Balyozê Tirkîyê: Iraq bi xwe berpirsê hişkesalîya li vî welatî ye

Balyozê Tirkîyê li Iraqê bêyî ku welatê xwe di hişkbûna çavkanîyên avê yên herêmê da bi hegera lêkirina bêreje ya bendavan berpirs bizanibe, ber bi iraqîyan va got ku avê bi awayekî durist bi kar bînin.

Balyozê Tirkîyê li Bexdayê wek berteka himberî rexneyên têkildarî pirojên bendavlêkirinê yên vî welatî û bandorên xirab ên vê yekê ser Iraqê got: Iraq xwe berpirsê hişkesalîya li vî welatî ye.

Elîriza Gunay Balyozê Tirkîyê li Bexdayê herwiha ev yeka ku welatê wî bi qutkirina ava Iraqê û guhertina bera çeman tê tawanbarkirinê, ret kir û got ku Iraq çavkanîyên avê ber bad dike û bi awayekî durist ji wan çavkanîyana sûdê wernagire, lewma berpirsê hişkesalîya li vî welatî ye.

Ev idiaya Balyozê Tirkîyê li Iraqê di halekî da ye ku Tirkîyê di van salên dawîyê da bi lêkirina bêreje ya bendavan di piratîkê da pêşîya çemên ku berî vîya ji wî welatî va derbasî Iraqê dibûn, girtîye û ava wan qut kirîye.

 

Serepeyv