Xezelî û Feyaz li ser lezandina pêkanîna dewleta Iraqê tekez kir
Tîrmeh 12, 2022 11:47 Asia/Tehran
Sekreterê giştî yê Tevgera Esayib Ehlê Heq a Iraqê û Serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna bilez a dewleta nû li vî welatî kir.
Li gorî rapora malpera El-Melûmeyê, Qeys Xezelî Sekreterê giştî yê Tevgera Esayib Ehlê Heq a Iraqê û Falih Feyaz Serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê di hevdîtinekê li Bexdayê da, derbarê alûgorên siyasî yên têkildarî rewşa pêkanîna dewletê û rêkarên lezandina wê bi mebesta raberkirina xizmetên guncav bo gelê Iraqê axivîn.
Xezelî û Feyaz di vê hevdîtinê da tekez kir ku ji bo lezandina pêvajoya pêkanîna dewletekê ku ji bo reforma rewşa aborî û xizmetên niha, xirtkirin û baştirkirina rewşa welêt tevî hebûna pirsgirêkên siyasî hewil bide, dê hemî hewildana xwe bi kar bînin.