Tîrmeh 11, 2022 21:53 Asia/Tehran
  • Dewama nakokiyên navbera tevgerên şîe yên Iraqê derbarê berendamê serokwezîrtiyê

Çavkaniyên agah li Iraqê ragihand, tevî dewama gotûbêjan û hewildanên Çarçova Hevahengiya Şîeyên Iraqê ji bo damezirandina herî zûtir a dewletê, hema wisa nakokiyên navxweyî li ser berendamê serokwezîrêtiyê didomin

Civînên Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê di gel suneyan û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) ji bo tayînkirina berendamekî diyar ji bo serokomartiyê ku gişt li ser wî li hev bikin, didomin û ev çarçove vedibijêre ku li dewsa vekolandina yek bi yekê berendamên her partiyekê, pişta berendamekî ku hemû partiyên kurdî li ser wê li hev dikin, bigire.

Zehî Qeyser nûnerê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê jî di vî warî da got: Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê gotûbêja xwe tev komên din ên siyasî ji bo bidawîanîna asêbûna siyasî û damezirandina dewleteke bihêz li vî welatî didomîne.

Li gorî gotina çavkaniyên agah, di sê civînên ku Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê li dar xistine da, tu lihevkirineke aşkira derbarê pêkhateya dewleta nû û heta cûreya gotûbêja bi komên din ên siyasî ra nehatiye bidestxistin.

Di vî warî da, endamekî Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê ragihand: Yek ji pirsgirêkên herî girîng li nav hevpeymaniyê, navê serokwezrekî ye ku dê bibe memûrê damezirandina dewletê.

Bi taybet ku hinek hişyarî didin ku bijartina kesayetiyekî taybet dibe ku bibe sebeba tehrîkirina Muqteda Sedir rêberê tevgera Sedir a Iraqê û dibe ku ew alîgirên xwe li dijî dewletê bîne nav kolanan û senaryoya êrîşa li ser Taxa Kesk a Bexdayê di sala 2016an da û destpêka dewleta Heyder Ebadî dubare bike.

Çavkaniyên iraqî dibêjin di dema niha da navê hin kesan wek Qasim E'recî Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê zêdetir tê girtin; Ji ber ku wî peywendiyeke baş tev aliyên siyasî yên Iraqê heye. Her wiha navê Muhemed Şiya' Sûdanî, wezîrê berê û endamê Partiya El-De'weyê jî tê girtin. Navê Heyder Ebadî serokwezîrê berê, Es'ed Îdanî, parêzgarê Besreyê û Ebdulhusên Ebtan wezîrê berê yê werzîşê jî tê girtin. Lê bi awayê fermî navê tu yek ji van kesan di sê civînên Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê da nehatiye girtin.

Beriya vêya jî hin çavkaniyan li Iraqê ragihandibû ku Nûrî Malikî jî yek ji berendamên îhtimalî yên serokwezîrtiya Iraqê ye.

 

Serepeyv