Du baregehên DAIŞê li rojavayê Rumadî hatin rûxandin
Çavkaniyekî ewlehiyê ji Heşda Şebî ya Iraqê ragihand ku 2 baregehên bermahiyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojavaya bajarê Rumadî hatine rûxandin.
Li gorî rapora roja şemiyê ya malpera El-Malouma, vî çavkaniyê ewlehiyê li Heşda Şeibî ya Iraqê got: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li devera biyabana Hedîse li rojavaya bajarê Rumadî dest bi operasiyoneke ewlehiyê ya pêşwext kirin û bi vî awayî karîn du baregehên bermahiyên vê gurûpa terorîst îmha bikin.
Vê çavkaniyê her wiha got: Paşmahiyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ev her du baregeh li gorî armancên xwe yên xirabkarî li operasiyonên wek girtina dîl û êrişa ser hêzên ewlehiyê yên li rojavaya Remadî bikar tanîn û têrorîstan hejmareke zêde ji çekan jî li navçên rojavayî Rumadî depo kiribûn ku ew di operasyonên têrrorîst de bikar tanîn.
Jêderekî ewlekarî yê ser bi Heşda Şeibî tekez kir: Hêzên ewlekarî yên Îraqê bi bikaranîna zaniyariyên rasteqîne ev her du navendên terorîstên DAIŞê ji nav birin, lê tevî vê yekê jî, operasiyona şopandin û paqijkirina çeteyên tawankar ên DAIŞ`ê li deverên biyabanî yên Iraqê, tevî ku bi dijwarî û zehmet ji van deveran derbas dibin, hîn berdewam e.
Hêjayî gotinê ye ku di hefteyên borî de hêzên ewlehiyê yên Iraqê karîn şanên razayî û paşmahiyên DAIŞê yên ku li navçeyên rojavayê Iraqê kom bûne, têk bibin.