Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê: 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê ragihand ku 4 çeteyên DAIŞ’ê li Enbar, Kerkûk, Seleheddîn û Bexda hatine girtin ku di nav wan de serçeteyek jî hebû.
Li gorî rapora Roj Newsê, Dijî Terora Iraq’ê li ser malpera xwe ya fermî derbarê girtina komek çete û serçeteyên DAIŞ’ê li çend parêzgehên Iraqê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Hêzên me li parêzgehên Selehedîn, Enbar û Kerkûk’ê çar çeteyên DAIŞ’ê girtine. Her wiha li parêzgeha Bexdayê hêzên me sucdarek serçeteyên DAIŞ’ê ku bi navê Elî jî girtine. Bi hevkariya hêzên asayîşa Silêmanî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê jî hat ruxandin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo parastina welatiyan û paqijkirina xaka Iraqê ji çeteyên DAIŞ’ê, hemû dezgehên ewlekariyê yên Iraqê di nava kar dene.