Tîrmeh 03, 2022 16:06 Asia/Tehran
  • Droneke nenas li ser balyozxana Amerîkayê ya li Bexdayê digeriya

Piştî dîtina droneke nenas li esmanê navça Kesk a Bexdayê, ajîra (zengila) hişyariyê ya Balyozxana Amerîkayê ya li Bexdayê hat lêxistin.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Şefeq News`ê, çavkaniyek ewlehiyê got: Piştî ku balafireke bêpîlot a nenas li esmanê devera kesk a navenda bajarê Bexdayê (paytexta Iraqê) hat dîtin, ev zengila hişyariyê (sîren) hatin lêxistin.

Vê çavkaniyê ewlehiyê tekez kir, ev balafira bêpîlot nenas bû û piştî lêdana zengilê hişyariyê, balafira hanê ji vê deverê dûr ket.

Di 25ê Hezîranê de jî çavkaniyên iraqî ragihandin ku li devera Kesk a Bexdayê dengê zengilên hişyariyê hatiye bihîstin. Çavkaniyên hanê diyar kirin ku ev zengilên hişyariyê di nava baregeha leşkerî ya leşkerên terorîst ên Amerîkî yên li devera Kesk de hatine lêdan.

Demek berê jî çavkaniyên medyayî yên Iraqê behsa dengdana zengilê hişyariyê (sîrena alarmê) li balyozxana Amerîkayê li Bexdayê û ceribandina sîstema berevaniyê ya "C-RAM"ê kiribûn, ku niştecihên navçeyên nêzîkî vê balyozxanê tirsandin.

Serepeyv