3 roket li baregeheke leşkerî ya Tirkiyê li bakûrê Iraqê ketin
Tîrmeh 03, 2022 00:01 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ragihand ku baregeheke leşkerî ya hêzên Tirkiyê li parêzgeha Dihokê ketiye ber sê roketan.
Li gorî rapora Fars Newsê, Şehedan berêvara Şemiyê ragihand ku ev baregeh li navçeya Şîladzê li parêzgeha Dihokê ye û ketiye ber sê roketan.
Tê gotin ev êrîş ji aliyê PKK'yê va pêk hatiye.
Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê jî roja Şemiyê ragihand ku du hêzên ewlehiyê yên vî welatî di encama êrîşa PKK'yê da hatine kuştin.