Tîrmeh 01, 2022 15:27 Asia/Tehran
  • 1259 keç û jinên Kurdên Êzidî wek revandî hatine tomarkirin

Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê ragihand hezar û 259 keç û jinên Kurdên Êzidî ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin li dadgehên Neynewayê hatine tomarkirin û 564 ji wan temenên wan di bin 18 saliyê de ne û 145 kes jî nehatine dîtin. Parlamenterekî Iraqê dibêje, “Dibe ku ew di Kampa Hola de bin.”

Di 30ê Hezîrana 2022an de Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê amarên Dadgeha Pêdaçûnê ya Mûsilê derbarê hejmara keç û jinên Kurdên Êzidî ên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine revandin, eşkere kir.

Di sala 2014an de çekdarên DAIŞê êrişî navçeya Şingal a Herêma Kurdistana Iraqê kirin û zêdetirî 6 hezar welatiyên Kurd revandin û piştî kontrolkirina navçeyên Sûriyê û Iraqê beşek ji wan kesên hatine revandin hatin rizgarkirin.

 

"Nîvê kesên hatine revandin di bin 18 salî de ne"

Li gorî amaran, navên keç û jinên Kurdên Êzidî yên li sê dadgehên Mûsilê hatine tomarkirin, bi giştî 1259 kes in.

564 keçên Êzidî di bin temenê 18 saliyê de bûn, 229 ji wan li Dadgeha Lêkolînê ya Bakur û 310 jî li dadgeha Şingalê û 25 keçên din jî li Dadgeha Cîgir hatine tomarkirin. Her wiha 101 keçên din ên Êzidî ku di bin 18 salî de nehatine dîtin.

Li gorî amaran, 550 kesên ku temenê wan ji 18 salî mezintir in ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, 157 ji wan li Dadgeha Lêkolînê ya Bakur, 206 li dadgeha Şingalê û 187 jî li Dadgeha Cîgir hatine tomarkirin ku ji aliyê DAIŞê ve hatine rivandin û heta niha nehatine dîtin.

Dibe ku li Kampa Holê bin

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî ragihand, tê pêşbînîkirin ku keçên Kurd ên winda li Kampa Holê ya Kurdistana Sûriyê û çend deverên din ên Sûriyê bin ku çekdarên DAIŞê lê ne.

 

Kampa Holê ya ku merivên çekdarên DAIŞê tê de ne û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, nêzîkî 30,000 Iraqî têde hene.

Şêrwan Duberdanî her wiha got, “Hinek ji wan keçên Kurd li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dadgehên Ewropa li dijî çekdarên DAIŞê yên ku ew revandine doz vekirine.”

“Hejmar zêdetir e”

Rêveberê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaidî got, “Hejmara keç û jinên hatine revandin ji hejmara ku Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê belav kirine zêdetir e. Li gorî amarên ofîsê ji 6 hezar û 400 kesên ku hatine revandin, 3 hezar û 500 jin bûn û zêdetirî 2000 kesan hatine rizgarkirin.”

Husên Qaidî her wiha anî ziman, “Cudahiya hejmara kesên rizgarbûyî dibe ku bi wê yekê ve girêdayî be ku hinek ji wan li derveyî Iraqê ne yan jî hatine rizgarkirin û li dadgehê gilî nekirine.”

Serepeyv