Li Bexda û Kerkûkê 13 terorîst hatin girtin
Ajansa îstixbarata Iraqê derbarê girtina 13 terorîstên DAIŞê li Bexda û Kerkûkê agahî da.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya kanala televîzyonî ya El Nûceba, ji zarê ajansa istixbarata Iraqê; Hêzên Îraqî karîn li Bexda û Kerkûkê 13 terorîstên ku di nav wan de tawankarekî metirsîdar ê DAIŞê jî hebû, nas bikin û desteser bikin.
Di operasyonên din de, hêzên Îraqî hejmarek rokêt û teqemenî li Bexda û Kerkûkê dîtin û desteser kirin.
Malpera nûçeyan a Elam el -Miqawem (Tora Ragihandina Berxwedana Serdemê ya Iraqê) jî ji girtina berpirsekî leşkerî yê koma têrorîst a DAIŞ`ê bi nasnav "Ebû Felah" li başûrê parêzgeha Neynewayê xeber da.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ser lêgerîn, paqijkirin û şopandina paşmahiyên DAIŞê li seranserê welêt berdewam in ji bo ku ji nû ve derketina DAIŞê û pêkhateyên wê yên reviyayî berdewam dike.