Hezîran 26, 2022 15:36 Asia/Tehran
  • Rola Bexdayê di danûstandinên navçeyî; Mihwera gotûbêjên Kazimî û Bin Selman

Mihwera gotûbêjên serokwezîrê Iraqê di serdana wî ya Erebstanê di gel welîehdê Siûdî, vekolandina danûstandinên navçeyî û dualî bûye.

Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê êvara Şemiyê derbasî Riyaza paytexta Erebistanê bû û ji aliyê Muhemed Bin Selman welîehdê Siûdî va hat pêşwazîkirin.

Li gorî rapora ajansa Wa'yê ya Iraqê, Kazimî derbarê peywendiyên dualî û hevkariyên aborî axivîn. Her wiha serokwezîrê Iraqê û welîehdê Siûdî li ser rola berbiçav a Bexdayê di nêzikkirina nêrînan li navçeyê tekez kirin.

Ofîsa medyayî ya serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê derbarê hevdîtina Kazimî û Bin Selmanî nivîsî: Di vê hevdîtinê da peywendiyên dualî û girîngiya berfirehkirina bi awayekî ku berjewendiyên gelê du welatên bira were dabînkirin hatin vekolandin; Du aliyan her wiha derbarê hin mijarên navçeyî û navneteweyî û hewildanên ji bo xurtkirina aştî û aramiyê li navçeyê gotûbêj kir.

Di vê daxuyaniyê da hatiye, Bin Selman û Kazimî di vê hevdîtinê da tekezî li ser yekparçetiya aborî û hevkariyên navçeyî bi awayekî ku bibe sebeba geşepêdana mayînde li navçeyê û xurtkirina hewildanên dualî ji bo têkoşîna dijî qeyranên navçeyî, kir.

Li gorî vê daxuyaniyê, Du aliyan tekezî li ser rola berbiçav a Iraqê di nêzikkirina nêrînên navçeyê û pêşdabirina hewildanên aramker û gotûbêjên avaker kir.

 

Serepeyv