Middle East News: Serokwezîrê Iraqê dê sibe serdana Tehranê bike
Hezîran 25, 2022 17:49 Asia/Tehran
Malpera Middle East News'ê qala serdana Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê bo Tehranê kir.
Malpera Middle East News'ê roja Şemiyê ji zarê çavkaniyekî agahdar ragihand: Mistefa Kazimî wek serdaneke jipêşve-ranegihandî dê sibe bigihêje Tehranê.
Nûçeya serdana Kazimî bo Tehranê di halekî da hatiye weşandin ku di hefteyên vê dawiyê da rayedarên Bexda û Tehranê derbarê hin mijaran ji wan çûyîna ziyaretkerên Erbeyînê ji aliyekî ve û mijara dayîna deynên Îranê yên li ser Wezareta elektrîkê ya Iraqê hin gotûbêj hilêxistin.
Hevdem Wezareta elektrîkê ya Iraqê jî îro ragihand ku deynên paşdamayî yên Îranê li ser Iraqê, yên ji ber kirrîna enêrjiyê hatine dayîn û Bexda di halê şêwirînê ji bo zêdekirina kirrîna gazê ji Îranê ye.