Hezîran 25, 2022 15:37 Asia/Tehran
  • Parlamenterên Iraqê li hember bêdengiya Kazimî, li ser êrişên Tirkiyê îmze kom kirin

Li dijî bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirkiyê ji hêla serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêngavek komkirina îmzeyan li parlemana Iraqê hate destpêkirin. Ji parlemanê jî hat xwestin der barê mijarê de civînek ne asayî li dar bixe.

Ji 17’ê Nîsanê ve dewleta Tirkiyê êrişeke berfireh a dagirkeriyê li ser Herêma Kurdistanê dest pê kiriye. Li gel êrişan de bi balefirên bi çek û bê mirov xaka Herêma Kurdistanê bombebaran dike û welatiyan dike hedef.

Herwiha hatiye ragihandin li deverên ku artêşa Tirkiyê asê bûye, çekên neqanûnî û kîmyawî jî bikar anîne.

Serokwezîrê Iraqê heya niha li hemberî êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ti helwestek nîşan nedaye û bêdengiya xwe diparêze.

Parlamenterê Iraqê yê Hevpeymana Fetih, Refîq Salih ragihand ku li Parlemana Iraqê pêngavek a komkirina îmzeyan ji bo lêpirsînkirina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatiye destpêkirin.

Fetih Refîq wiha got: “Daxwaz dikin ku Parlemana Iraqê civîneke neasayî li ser vê mijarê li dar bixe. Ji bo lêpirsîna Mistefa Kazimî rê û rêbazên pêwîst werin şopandin. Ji ber ku li beramberî êrişên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê û binpêkirina serweriya Iraqê bêdengî hilbijartiye.”

Serepeyv