Karwanekî lojestîkî ya artêşa Amerîkayê derbasî baregeha El-Herîra Hewlêrê bû
Hezîran 22, 2022 15:02 Asia/Tehran
Çavkaniyên ewlehiyê li Iraqê qala derbasbûna karwanekî lojestîkî yê artêşa Amerîkayê bi rêya sînorên Sûriyê bo Herêma Kurdistana Iraqê kir.
Li gorî rapora El-Melûmeyê, çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê êvara Sêşemiyê ragihand: Karwanekî lojestîkî ya artêşa Amerîkayê ji aliyê Sûriyê va derbasî Herêma Kurdistana Iraqê bûye.
Vê çavkaniya ewlehiyê her wiha ragihand: Ev karwanê lojestîkî ji navçeyên bakûrê rojhilatê Sûriyê û bi taybet ji navçeyên bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi rê ketiye û bi derbasbûna ji derbasgeha sînorî ya Sîmalkayê derbasî parêzgeha Dihokê bûye.