Hezîran 20, 2022 09:53 Asia/Tehran
  • Berhem Salih bi şandeke Şengalê re civiya

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di civînek li gel şandeyeke Şengalê de destdirêjiya li ser Şengalê bi tundî şermezarkir û ragihand: “Pêwîst e êşên gelê Şengalê dawî lê were û penaber vegerin ser axa xwe.”

Li gorî nûçeya Roj Newsê, Ofîsa Ragihandina Serokkomarê Iraqê daxuyaniyekê belav kir û destnîşan kir Berhem Salih bi amadebûna Serokê Parastina Nîştîmanî Hemîd El-Şatirî li koçka Selam a li Bexdayê pêşwazî li şandeyeke xelkê Şengalê kir.

Li gorî ragihandina Ofîsa Ragihandina Serokkomarê Iraqê, di civînê de Berhem Salih gotiye: “Xelkê Şengalê ji ber tundutijî û terorê gelek êşên mezin kêşane. Li gel van jî bi awayekî lehengî li beramberî van êş û astengiyên cur be cur sekinîne. Pêwîst e dawî li êşên xelkê Şengalê were anîn û rewşa herêmê bigihe aramiya xwe ku penaberên herêmê li xaka xwe vegerin. Divê dawî li aloziyên li bajêr were anîn.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin; “Serokkomarê Iraqê eşkere kir ku divê ji bo çareserkirin û bidawîanîna pirsgirêkan pêngavek ji aliyê Hikumeta Federal û Hikumeta Herêma Kurdistanê ve bê avêtin. Pêwîst e derbazkirina astengiyên siyasî û îdarî, ji bo tezmînata Êzidiyan û karkirina ji bo avakirina Şengalê û rêxistinkirina bajêr, bi daxwaza xelkê Şengalê pêk were.”

Hêjayî gotinê ye di 15’ê Hezîranê de dewleta Tirkiyê bi balafirên bê mirov û bi çek êrişî Meclisa Gel a Sinunê ya Şengalê kiribû. Di bombebaranê de zarokekî 12 salî jiyana xwe ji dest da û 7 welatî jî birîndarbûn.

Serepeyv