Waliyê DAIŞê li El-Enbara Iraqê hat kuştin
Hezîran 20, 2022 08:50 Asia/Tehran
Rêxistina Istixbarat û Lêkolkînên federal a Iraqê qala kuştina serçeteyê DAIŞê yê nasyar bi Waliyê El-Enbarê kir.
Rêxistina Istixbarat û Lêkolkînên federal a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Fermandar û çeteyên DAIŞê difikirîn ku çola El-Enbarê dê cihekî ewleh ji bo wan be, lê hêzên mêrxas ên Rêxistina Istixbarat û Lêkolkînên federal a Iraqê karîn vê çolê bikin cehnemek ji bo wan.
Rêxistina Istixbarat û Lêkolkînên federal a Iraqê her wiha ragihand: Hêzên vê rêxistinê ji bo Waliyê DAIŞ yê El-Enbarê û sê hevrêyên wî davik danîn û piştî şopandina deqîq êrîşî wan kirin.