Hezîran 19, 2022 18:24 Asia/Tehran
  • Du bomb li nêzîkî baregeha hêzên Îstixbarat û Ewlekariya Iraqê li Bexdayê hatin teqandin

Tora nûçeyan a El-Sumaria ragihand ku 2 bombe li nêzî baregeha navenda îstixbarat û ewlehiya Iraqê li Bexdayê teqiyan.

Li gorî malpera El-Sumaria News, ev du bombeyên bidestçêkirî her yek li demekê ji hev cuda teqiyan.

Çavkaniyên medyayê gotin ku teqîn li ber navenda îstixbarata polîsan pêk hat lê ti ziyaneke canî çê nekir.

Derbarê bûyerê û sedem an sedemên teqînan de ti zanyariyên zêdetir nehatine belavkirin.

Serepeyv