Derbarê Êrişên Tirkiyê Parlamenterên Iraqê banga civîneke awarte dikin, PDK bi peymanên bi Enqerê re mijûl e
Di demekê de ku bertekên aliyên iraqî li hember êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û axa Iraqê zêde dibin, PDK bi îmzekirina peymanên bazirganiyê yên bi dewleta Tirkiyê re mijûl dibe.
Li gel bêdengiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hemberî êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê, Fraksiyona Sadqûn a li Parlemana Iraqê der barê êrişên dewleta Tirkiyê de daxuyaniyek da ku ji aliyê komeke parlemanterên Iraqê ve hatiye îmzekirin.
Fraksiyonê di daxuyaniyê de bang li serokatiya Parlemana Iraqê kir da ku bi awayekî lezgîn li ser êrişên dagirkeriya dewleta Tirkiyê bicive.
Di dewama daxuyaniyê de tê gotin: “Li ser dagirkeriya Tirk û binpêkirina serweriya welat, hedefgirtina welatiyên sivîl, banga civîneke taybet a li parlemanê dikin. Divê di civînê de serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî amade bibe.”
Duh danê sibê li gundê Berlut ê li bakurê navçeya Kelar a ser bi Germiyanê ve, balafireke bêmirov a biçek a dewleta dagirker a Tirkiyê erebeyek bombebaran kir. Di encamê de 4 welatî hatin kuştin ku yek ji wan cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî ye, her wiha kesekî din jî birîndar bû.
Her wiha artêşa Tirkiyê şêniyên gundê Kêste yê Berwarî Bala ya Amêdiyê bi doçkayan gulebaran kirin. Di encama êrişê de 2 jinên di nava baxçeyên xwe de karên xwe yên rojane dikirin, birîndar bûn.
Çarşema borî jî, balafireke bêmirov a biçek a Artêşa dagirker a Tirkiyê, Meclisa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê topbaran kir, di encamê de zarokek û bavkalê wî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê topbarana li ser navçeya Sinûnê ya Şengalê şermezar kir.
Serokê Koma Dewleta qanûnê Etwan El-Etwanî jî êrişên dewleta Tirk ên li ser axa Iraqê û Herêma Kurdistanê wek êrişên dijminane bi nav kirin û banga kombûna lezgîn li parlemanê kir. El-Etwanî got: “Ev çalakiyên dijminane, dide nîşandan ku Tirkiye rêz li pîvanên baş ên cîrantiyê nagire.”
Herwiha cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî li ser êriş û komkujiyên dewleta Tirkiyê ên di van demên dawiyê de ku li pey hev pêk tên, li ser hesabê xwe yê fermî peyameke kurt weşand û desdirêjî û îrişên dewleta Tirk û kuştina xelkê şermezar kir.
Ji bilî wan gelek ji parlemanter û kesayetiyên siyasî û olî yên Iraqê yên wekî Parlamenterê berê yê Iraqê Dr. Yûsif Mihemed, Endamê Parlemana Iraqê, Ehmed Rebîyî, parlementerê serbixwe yê Iraqê Basem Xaşan û gelek kesên din jî ev êrişên dewleta Tirkiyê şermezar kirin û ji rayedarên Iraqê û Herêma Kurdistanê xwestin li hember van desdirêjiyên dewleta Tirkiyê ser axa Iraqê û serweriya wê bê deng nemîn û karekî bi bandor bikin.
Tevî van êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Iraqê û Herêma Kurdistanê hikumeta Herêmê bêyî ku li hemberî êrişan tu tedbîran bigire, duh şandeyeke payebilind a hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo nîqaşkirina têkiliyên aborî û bazirganiyê çû Tirkiyê.