Hezîran 18, 2022 08:30 Asia/Tehran
  • Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa dewleta Tirkiyê li ser Şingalê şermezar kir

Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê êrîşa balafirên bêmirov ên Artêşa Tirkiyê li Şingalê ku di encamê de zarokekî 12 salî û bapîrê wî jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir û got, "Piştî lêpirsîn bi dawî bû, çi pêwîst be em ê bikin."

Roja Çarşemê (15.06.2022) droneke Tirkiyê navenda nahyeya Sinûnê ya ser bi navçeya Şingalê bombebaran kiribû. Di êrîşê de avahiya Encûmena Gel a Sinûnê hatibû armanckirin.

Di êrîşa Tirkiyê de zarokekî 12 salî yê bi navê Selah Nasir Xidir û bapîrê wî jiyana xwe ji dest dan û çend kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Derve ya Iraqê derbarê êrîşa ku di encamê de bapîr û neviyê wî jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyek da.

Vê wezaretê di daxuyaniya xwe de êrîşê şermezar kir û got, "Piştî ku lêpirsîn bi dawî bû çi pêwîst be em ê bikin."

Herwiha Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyê de tekez kir ku êrîşên bi vî rengî binpêkirina serweriya Iraqê û metirsî li ser ewlekarî û aramiya Iraq û gelê wê ye.

Serepeyv