Hezîran 16, 2022 13:29 Asia/Tehran
  •  Hizbullaha Iraqê: Bila Tirkiye ji çarenûsa dagirkerên amerîkî yên menfûr ders wergire

Gordanên Hizbullaha Iraqê bertek nîşanî êrîşa asimanî ya Tirkiyê li ser navçeya Sinûniya Şengalê da.

Li gorî rapora roja Pêncşemê ya televîziyona Etcahê, Gordanên Hizbullaha Iraqê ragihand: Destdirêjiya berdewam a Tirkiyê ser axa Iraqê ne tenê binpêkirina serweriya Iraqê, belkî bêrêziya li gelê Iraqê tê hesab.

Gordanên Hizbullaha Iraqê her wiha ragihand: Hevbendî û lihevkirina dewletê û hin hêzên siyasî, Tirkiye ji bo dagirkirina beşeke axa Iraqê û bêparkirina wê ji para xwe ya avê wêratir bibîne.

Gordanên Hizbullaha Iraqê tekez kir: Tirkiye divê tûşî hevsengiyên pêşîlêgirtina ewlehî û aborî û jidestçûna berjewendiyên xwe li Iraqê were da ku siyasetên xwe yên dijminane venihêre.

Gordanên Hizbullaha Iraqê di dewamê da ragihand, Gel û Berxwedana Iraqê ji bo sekinîna li hemberî dagirkeriyê di asta herî bilind a amadetiya xwe da ye û rejîma Tirkiyê ya dagirker divê dersê ji çarenûsa dagirkerên amerîkî yên menfûr wergire.

 

Serepeyv