Hezîran 16, 2022 13:05 Asia/Tehran
  • Qeys El Xezelî bertek nîşanî destdirêjiya aşkira ya Tirkiyê ser Iraqê da

Serokê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehil El Heq a Iraq Qeys El Xezelî li dijî êrişên dewleta Tirkiy yên li ser Şengalê nerazîbûn nîşan da û got, “Ev êriş bi ti awayî nayên qebûlkirin.”

Xezelî got, “Her kesek xîret pê re hebe divê li dijî van êrişan dengê xwe derxe.”

El Xezelî têkildarî êrişên dewleta Tirkiyên duh ên li ser navçeya Sinunê ya Şengalê, li ser Twitterê peyamek belav kir.

Qeys El Xezelî di peyama xwe de got, “Yên li beramberî êrişan bêdeng dimînin, mîna kesên di nava goristanan de ne. Lê xîreta me gelek e, ji bona wê em bêdeng nabin.”

Di dewama peyama Xezelî de banga helwestnîşandanê hat kirin û hat gotin, “Em daxwaz ji hikûmetê dikin ku bi pêngavên pratîkî li beramberî binpêkirinên berdewam ên Tirkiyeyê raweste û dawî li rijandina xwîna gelê Iraqê bîne.”

Serepeyv