Hezîran 16, 2022 08:23 Asia/Tehran
  • 3 çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûk û Mexmurê hatin kuştin

Fermandariya Giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê ragihand sê çeteyên DAIŞ’ê di encama operasyonên dijeterora Iraqê de li Kerkûk û Mexmûrê hatin kuştin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl di daxuyaniyek de ragihand, di saetên sibehê de li gundê Sergeran ê ser bi Kerkûkê du çeteyên DAIŞ’ê di encama operasyoneke Dijeterora Iraqê de hatin kuştin.

Yehya Resûl diyar kir ku Dijeterora Iraqê di operasyoneke din a lêgerînê de li Çiyayê Qereçox ê navçeya Mexmurê çeteyekî din ê DAIŞ’ê ku erkê wî parastina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bû

kuşt. Her wiha dest bi ser hin çek, teqemenî û kelûpelên DAIŞ’ê de hat girtin.

Serepeyv