Hezîran 15, 2022 21:28 Asia/Tehran
  • Hêzên Dije Terorê yên Iraqê: 4 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê ragihand, li sînorê parêzgeha Kerkûkê 3 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Dezgeha Dije Terora Iraqê, bi biryara rasterast a Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî, ji bo berdewamiya paqijkirina hemû deverên Iraqê ji paşmahiyên terorîst ên DAIŞê, di çarçoveya operasyonekê de 3 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Vê dezgeha dij terorê herwiha eşkere kir, îro çarşemê 15ê Hezîrana 2022yan, li nahiya Serkelan a ser bi parêzgeha Kerkûkê, di encama bombebarana mûşekî de 3 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Dije Terora Iraqê diyar kir, hêzên wan li çiyayên Mexmûrê jî ketine pêgeheke DAIŞê û di encamê de pasevanek DAIŞê kuştin û dest danîne ser gelek çek û teqmeniyên vê koma terorîst.

Serepeyv