Hezîran 15, 2022 18:56 Asia/Tehran
  • Balafira Tirkiyê li Şingalê li Encûmena Gel a Sinûna xist û zarokek kuşt û 10 kes birîndar kir

Droneke artêşa Tirkiyê sînorê qezaya Şingalê li bakurê Iraqê bombebaran kir. Li gor agahiyan, di êrîşê de Encûmena Gel a Sinûnê hatiye armanckirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê ragihand, îro Çarşemê 15ê Hezîrana 2022yan droneke Tirkiyê Encûmena Gel a Sinûnê bombebaran kir.

Çavkaniyekî ji nav Nexweşxana Sinûnê ji peyamnêrê Rûdawê re ragihand, di êrîşa îro ya Tirkiyê de kuştiyek û 10 birîndar hene.

Li gor zanyariyên Rûdawê, kesê di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye, zarokekî 10-11 salî ye.

Medyaya nêzîkî PKKê jî têkildarî êrîşê belav kiriye ku droneke Tirkiyê du caran avahiya Encûmena Gel a Sinûnê bombebaran kiriye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê hêj derbarê êrîşê de ti agahiyek belav nekiriye.

Serepeyv