Hezîran 12, 2022 14:50 Asia/Tehran
  • Qeyrana siyasî, mijara gotûbêjên Helbûsî û rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê

Serokê Parlimana Iraqê û rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê derbarê rewş û asêbûna siyasî axivîn.Li gorî rapora Shafagh Newsê, Muhemed Helbûsî, Serokê Parlimana Iraqê ku serdana Herêma Kurdistanê kiriye, li Hewlêrê di gel Nêçîrvan Barzanî serokê vê herêmê şêwirî.

Di vê hevdîêtinê da dawîn alûgorên siyasî yên Irqê û rêkarên derketina ji qeyranan û rûbirûbûna di gel pirsgirêkên niha hatin vekolandin.

Helbûsî her wiha di gelê Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) civiya.

Helbûsî û Xemîs Xencer di vê hevdîtinê da derbarê rewşa siyasî ya niha ya Iraqê û dawîn alûgorên heyî di vî warî da bi Barzanî ra şêwirîn.

Tê gotin Mesûd Barzanî bi zûtî dê însiyatîvekê ji bo derketina Iraqê ji asêbûna siyasî raber bike.

 

Serepeyv