Hezîran 10, 2022 11:54 Asia/Tehran
  • Bi mûşekan êrîşî ser bazgeha leşkerî ya Tirkiyê li Başîkayê kirin

Li Başîkayê ya bakurê Iraqê bi 4 mûşekên Grad 122 êrişî ser bazgeha leşkerî ya Tirkiyê kirin.

Nûçegihanê Kurdistan 24ê ragihand, demeke beriya niha, bi mûşekan êrîşî serbazgeha Zêlkan a hêzên Tirkiyê ya li Başîkê li bakurê Iraqê hat kirin.

Nûçegihanê K24 eşkere kir, êrîş bi rêya 4 mûşeyên Grad 122 hatine encamdan.

Li gor zanyariyên nûçegihanê vê kanalê, ji wan mûşekan ti mûşek li serbazgehê neketine û her çar jî li derdora baregehê, li nêzîkî gundê Gulîkan ketine xwarê û ti ziyaneke canî û maddî çênebûne.

Serepeyv