Hezîran 07, 2022 09:29 Asia/Tehran
  • Pevçûn di navbera Heşda Şebî û endamên DAIŞ’ê de; 12 terorîst hatin kuştin

Çavkaniyên iraqî îro danê sibê ragihandin ku hêzên lîwaya 12 ya Heşda Şeibî li devera “El-Tarimiye” li bakurê paytexta Iraqê Bexdayê, bi endamên koma têrorîst a DAIŞê re ketine pevçûnê.

Kanala Saberîn a Iraqê danê sibê ragihand, di encama şer û pevçûnên navbera lîwaya 12 ya rêxistina Heşda Şeibî û endamên koma têrorîst a DAIŞê li devera El-Termiyê, herî kêm 12 terorîst hatin kuştin.

Hêzên Îraqî berdewam lêgerîn, paqijkirin û şopandina paşmahîyên vê koma têrorîst li seranserê Iraqê dikin daku nehêlin DAIŞ û endamên revîyayê yên wê careke din derkevin holê.

Di dawiya sala 2017an de, piştî nêzîkî sê sal û nîv ji şerê li gel DAIŞê ku nêzîkî sêyeka axa Iraqê dagîr kiribû, Iraqê azadkirina hemû navçeyên xwe ji bin lepên vê koma têrorîst ragihand.

Serepeyv